DYA wê li dijî Koreya Bakur fuzeyan bifiroşe Japonyayê

DYA, di demekê de ku her du Koreyan dest bi hevdîtinên yekser kirine, ragihand ku wê fuzeyên antî-balîstîk bifiroşe Japonyayê.

Wezareta Karên Derve ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ragihand ku Koreya Bakur bi ceribandina fuze û çeken nukleerî 'gefê' li Japonyayê dixwe û diyar kir ku firotina fuzeyan ji bo Japonyayê hatiye erêkirin.

Rayedarekî bi navê wezaretê daxuyanî da û da xuyakirin ku 4 fuzeyên antî-balîstîk ên li dijî fuzeyên balîstîk tên bikaranîn wê ji Japonyayê re werin firotin. Tê gotin buhayê van fuzeyan 133 milyon Euro ye.

Wezareta Karên Derve her wiha ji bo firotin pêk were daxwaza erêkirinê ji Kongreya DYA xwest.

Balkêş e ku ev daxuyaniya DYA ya ji bo firotina fuzeya antî-balîstîk ji bo Japonyayê, di rojeke welê de hat dayin ku hevdîtinên ji bo aştiyê di navbera Koreyên Başûr û Bakur de dest pê kirin.