DYA û Meksîkayê li ser koçberan li hev kirin

Tê gotin, Meksîka û DYA'yê li ser rewşa penaberên li Meksîkayê ne û dixwazin serlêdana penaberiyê li DYA'yê bikin, li hev kirine.

Hikumeta nû ya Meksîkayê ragihand, di pirsgirêka penaberan de ku di navbera DYA û Meksîkayê de veguheriye krîzê, 'çareser'iyek hatiye dîtin. Li gorî agahiyan, her du hikumetan li hev kirine ku daxwaza penaberiyê ya kesên li DYA'yê ne bê lêkolîn û yên li Meksîkayê ne li wir bimînin. Ev biryar ji bo Serokê DYA'yê Donald Trûmp ku bi dijberiya xwe ya polîtîkayên koçberan tê naskirin, weke serketinekê tê dîtin.

Hikumeta nû ya Meksîkayê wê 1'ê Kanûnê dest bi kar bike. Anders Manûel Lopez Obrador ku wê bibe Wezîrê Karên Hundir ji Washîngton Postê re axivî û got, "Ji bo vê gavê li Meksîkayê bimînin" li hev hatiye kirn. Obrador diyar kir, ev çareserî ji bo demeke kin e û got, çareseriya demdirêj jî ew e ku ev mirov dev ji koçberbûnê berdin.

Obrador anî ziman, Meksîka deriyê xwe li hemû koçberan vekiriye û got, "Zêdebûna karwanên koçberiyê ji bo me jî pirsgirêk e."

Meha Cotmehê gelek welatiyên Hondûrasê ji ber tundî û xizaniya li welatê xwe dest bi koçberiyê kiribûn û hewl dan xwe bigihînin Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê. Piştî ku koçber nêzî sînorê DYA-Meksîkayê bû, Trûmp ji bo pêşî li wan bigire bi hezaran leşker şandibû ser sînor.

Rojnameya Washîngton Postê ragihand ku Qesra Spî heta niha li ser vê peymanê daxuyanî nedaye û peyman di pêvajoya danûstandinan de ye.

Ji parêzerên rêxistina civakî ya bi navê ACLU Lee Gelernt ji AFP'ê re got, "Mayina li Meksîkayê ya penaberan wê wan bixe nava metirsiyê."

Diyar kir ku divê rêveberiya Trûmp prosedureke wekhev û hevseng ji bo kesên serlêdana penaberiyê kirine, bi cih bîne.