DYE têkiliya Tirkiye û Venezuelayê lêkolîn dike

Rêveberiya DYE’yê ragihand ku têkiliya bazirganî ya Tirkiyeyê bi Venezuelayê re lêkolîn dike.

Li gorî ajansa nûçeyan a AFP’ê ragihandî, rayederekî payebilind ê DYE’yê bi komeke rojnamegeran re axiviye û bertek nîşanî piştgiriya hikumeta Tirk a ji bo hikumeta Maduro daye.

Rayedarê DYE’yê ragihand ku yekane saziya rewa ya Venezuelayê Juan Guido ye. Juan Guido, 23’ê Çile xwe weke serokdewletê Venezuelayê ragihandibû. DYA jî bibû yekemîn dewleta ku Guido nas kirî.
Rayedarê Emerîkî ragihand ku ji hikumeta Tirk xwestine ku rejîma Maduro weke ne rewa bibînin û Guido nas bikin lê belê heta niha dewleta Tirk bersiv nedaye.

Her wiha rayedarê Emerîkî got, “Têkiliyên Tirkiyeyê û Venezuelayê yên bazirganiyê lêkolîn dikin. Nexasim jî bazirganiya zêr a navbera van her du dewletan de tê lêkolînkirin. Heke bê tespîtkirin ku rêzikên pêkanînan hatibin binpêkirin bêguman em ê bikevin tevgerê, tişta pêwîst wê bê kirin.”