DYA qanûnên xwe yên li ser penaberiyê dişidîne

Rêveberiya DYA ku li dijî koçberiya ji Meksîka û welatên Amerîka Navîn helwesteke tund nîşan dide, di qanûnên xwe yên penaberiyê de guhertinên nû kir.

Wezîrê Edaletê yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Jeff Sessions got, bi guhertina li ser mafê penaberiyê re ew dixwazin koçberiyê kêm bikin.

Li gorî vê yekê, ji bo kesên bi taybetî ji welatên Amerîka Navîn hatine, wê sedema revê têra dosya penaberiyê neke. Çend ji van sedeman; gefa ji aliyê çeteyên çekdar, ya jî şîdeta li nava malbatê hene. Sedemên bi vî rengî wê êdî ji bo destpêkirina prosedura penaberiyê têrê nekin.

Rêveberiya DYA meha Sibatê planeke xwe ya li ser koçberiyê eşkere kiribû û ragihandibû ku wê pêşniyara welatîbûnê li 1,8 milyon koçberên qaçax ên li welêt bike. Lê belê ji bo vî mafî jî divê kesek herî kêm 12 salan li DYA ma be, 'xwedî perwerde be, karibe debara xwe bike û karekterekî xwe yê exlaqeke baş hebe'.