DYA: Me Iraq ji bo 45 rojan li derveyî ambargoyê hişt

DYA'yê, Iraq ji bo 45 rojan li derveyî ambargoya li ser Îranê hişt. Bi vî awayî eşkere bû ku muafiyeta ji ambargoyê ne mayînde ye.

Seferatxaneya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ya li Bexdayê ragihand, wan Iraq ji bo 45 rojan li derveyî ambargoya li ser Îranê hiştine ku dikare heta wê wextê gaza xwezayî jê bikire.

Seferetxaneyê di hesabê xwe yê Facebookê de dîmenek weşand û ev peyam da: "Ji bo Iraq karibe ji Îranê gaza xwezayî bikire, DYA'yê ji bo 45 rojan ew li derveyî ambargoyê hiştiye."

Iraq, ji bo sotemeniya santralên elektrîkê peyda bike ji Îranê gaza xwezayî dikire. 

Dîrektorê Plansaziya Polîtîkayan a Wezareta Karên Derve ya DYA'yê Brîan Hook eşkere kiribû ku 5'ê Mijdarê DYA'yê Iraq li derveyî ambargoya li ser Îranê hiştiye.