DYA li dijî serlêdanên penaberiyê tedbîreke giran digire

Rêveberiya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) li dijî serlêdanên penaberiyê yên ji Latîn Amerîkayê tên kirin, tedbîreke giran digire.

Wezareta Ewlekariya Navxweyî ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) daxuyaniyek da û diyar kir ku Donald Trûmp wê biryarnameyek di vê mijarê de di demeke nêz de îmze bke.

Li gorî vê yekê, eger yek bixwaze li DYA'yê serlêdana penaberiyê bike, divê bi rengekî neqanûnî neketibe nava DYA'yê. Bi vê biryarê re tê xwestin, bi taybetî pêşî li koçberên ji Meksîkayê were girtin.

Tê payin ku Trûmp li ser mijarê îro daxuyaniyekê bide. Tê zanîn, eger biryarnameyek bi vî rengî were îmzekirin, dikare biçe ber destê dadgeriyê.

Gelek biryarnameyên Trûmp ên li ser koçberan ji dadgeriyê vegeriya bûn û ya hatibûn betalkirin ya jî hatibûn guhertin.