DYA: Hurmeteke me ya mezin ji bo şervanên Kurd heye
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya DYA Mark Toner diyar kir, rêveberiya DYA hurmeteke mezin dide şervanên Kurd ên li Sûriyeyê li dijî DAIŞ'ê têdikoşin.
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya DYA Mark Toner diyar kir, rêveberiya DYA hurmeteke mezin dide şervanên Kurd ên li Sûriyeyê li dijî DAIŞ'ê têdikoşin.
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) Mark Toner, di civîna çapemeniyê ya rojane de bûyerên li Sûriyeyê diqewimin nirxand.
Toner bersiv da pirsên rojnamevanan ên li ser têkoşîna li dijî DAIŞ'ê û operasona Reqayê û got, "Ev eşkere ye; hem ev rêveberî (rêveberiya Trûmp) hem jî rêveberiya beriya vê, têkildarî têkoşîna wan a dijî DAIŞ'ê, hurmeteke mezin dide şervanên Kurd. Hurmeteke me ya mezin ji bo fedakariya wan heye. Her wiha ji ber ku bi rengekî serketî tevdigerin, hurmeteke me ya mezin ji bo wan heye."
Mark Toner ji bo pirsa "Serokkomarê Tirkiyeyê her roj gefê li Ewropayê dixwe. Îro dîsa Ewropa sûcdar kir. Êrîşî welatên weke Elmanya, Norwec, Awûstûrya, Yewnanîstan, Qibrisê kir. Hûn piştgiriyê didin vî şêweyê nêzîkatiyê?" Toner ev bersiv da: "Haya me ji vê heye. Em dixwazin ev gotinên di hefteyên dawî de têng otin ji aliyê her kesî ve bên nermkirin û her kes bi hev re baş bin."