DYA dixwaze li dijî Îranê 'koalîsyoneke' navneteweyî ava bike

Rêveberiya Washîngtonê ku xwe ji peymana nukleerê vekişand, eşkere kir ku dixwaze li dijî Îranê koalîsyoneke navneteweyî ava bike.

Mike Pompeo ku meha Nîsanê ji bo Wezareta Karên Derve ya DYA hate wezîfedarkirin, tê payin ku roja Duşemê polîtîkaya derve ya li ser Îranê bi berfirehî eşkere bike.

Berdevka Wezaretê Heather Nauert got, "Rejîma Îranê ne tenê bi çarçoweya prizmaya peymana nukleerê, bi prîzmayeke realîst ku çavdêrî lê tê kirin, bi armanceke zelal em dixwazin gelek welatan bînin cem hev."

Berdevk got, "Ev ne koalîsyoneke antî-Îranê ye’ û diyar kir ew gelê Îranê û rejîma Îranê ji hev vediqetînin."

Berdevkê, koalisyona navneteweyî ya dijî DAÎŞ’ê ku 2015’an bi tevlêbûna 75 welatan ava bûyî, kire mînak.

Serokê DYA’yê Donald Trûmp 8’ê Gulanê ragihand ku ew ji peymana nukleerê vekişiyaye û li pêkirinan vegeriyaye. Bi giştî Israîl û Siûdî destekê didine DYA’yê. Her sê welat jî Îranê taloke dibînin û her wiha li ber aramiya herêmê mîna gefekê dixwin. Siûdî û Îran li herêmê du bend in û şerê hegemonyayê dikin. Yemen, Sûriye û Lubnan di serê van herêman de ne, ku şerê hegemonyayê lê tê kirin. Rageşiya di navbeyna Israîl û Îranê de bi Trûmp re bû xwedî rengekî dî. Israîlê li  Sûriyê li dijî hedefên Îranê êrîşeke berfireh anî.

Peymana nukleerê 2015’an li Viyana di navbeyna DYA, Fransa, Rûsya, Ingiltere, Çîn û Elmanyayê de hatibû danîn. Rûsya, Çîn û Yekîtiya Ewropayê diyar kirin ku ew dixwazin peyman domdar be. Ji ber ku DYA vegeriya ser pêkirinên li ser Îranê Ewropa ku têkiliyên xwe yên bazirganiyê bi Îranê re geş in, ji vê ne xweş e. Ji ber vê jî di navbeyna Ewropayê û DYA’yê de rageşiyek heye.

Trûmp got, "Her welatê ku di lêgerîna çekdarbûna nukleerî ya Îranê de destekê bide Îranê wê ji hêla DYA’yê ve bi rengekî tund were cezakirin."