DYA: Divê hemû girtiyên siyasî yên li Îranê bên berdan!

Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA), beriya dayina biryara li ser pêkanînên li ser Îranê ragihand ku divê hemû xwepêşandêr û girtiyên siyasî yên li Îranê werin berdan.

Tê payin Serokê DYA Donald Trûmp, biryara xwe ya li ser rakirin an jî dewamkirina pêkanînên li ser rejîma Îranê sibe bide. Lê belê beriya dayina vê biryarê, Qesra Spî xwest, hemû kesên di raperîna gel a dawiya meha Kanûnê de hatin girtin, tavilê bên berdan.

Di daxuyaniya Qesra Spî de hat destnîşankirin ku li gel kesên di raperîna dawî de hatin girtin, divê bi hezaran girtiyên siyasî yên li girtîgehên Îranê jî bên berdan.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Dema ku dîktatoriya Îranê mafên welatiyên xwe binpê dike, nabe ku em bêdeng bimînin."

Bi Îranê re di bin çavdêriya Neteweyên Yekbûyî, Tîrmeha 2015'an DYA, Fransa, Rûsya, Elmanya, Brîtanya û Çînê peymaneke nukleerî îmze kiribûn. Li gorî vê peymanê, di berdêla ku Îran tesîsên xwe yên nukleerî li çavdêrên navneteweyî veke, pêkanînên aborî yên li ser Îranê qonax bi qonax werin rakirin.

Serokê wê demê yê DYA Barack Obama mohra xwe danîbû binê vê peymanê, lê serokê nû Donald Trûmp bi zimanekî tund ev peyman rexne kiribû.