DYA di mijara Sûriye û Koreya Bakur de gavên tund davêje

Rêveberiya DYA'yê biryar da, li ser rejîma Sûriyeyê ku weke berpirsyarê êrîşa 4'ê Nîsanê ya li Xan Şeyhûnê dibîne danekirinên nû ferz bike. Li djiî Koreya Bakur jî di 'danekirinên xurtir' de bi israr e.

Rêveberiya Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) biryar da, li ser rejîma Sûriyeyê ku weke berpirsyarê êrîşa 4'ê Nîsanê ya li Xan Şeyhûnê dibîne danekirinên nû ferz bike. Li djiî Koreya Bakur jî di 'danekirinên xurtir' de bi israr e. Balkêş e wê sibe ji bo senatorên DYA'yî, li ser Koreya Bakur civîneke agahdarkirinê were lidarxistin.

Li gorî biryara ku duh ji aliyê rêveberiya DYA ve hate eşkerekirin, 271 zanyarên di Navenda Etud û Lêkolîna Zanistî ya Sûriyeyê de dixebitin, ketine ber danekirinan. Di vê çarçoveyê de mal û milkên li DYA yên zanyarên tê gotin para xwe di hilberîna çeka kîmyewî ya rejîmê de heye, hatine cemidandin.

Rêveberiya DYA dibêje, di êrîşa 4'ê Nîsanê de rejîma Sûriyeyê çeka kîmyewî bi kar aniye.

Welatekî din ku di hedefa rêveberiya Donald Trûmp de ye, Koreya Bakur e. Hat xwestin, ku der barê Koreya Bakur de biryarên 'danekirinên xurtir' bê dayîn. Trûmp ragihand, divê Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî li dijî rêveberiya Pyongyangê tedbîrên hîn bêhtir tund bigire.

Trûmp duh sefîrên welatên endamê Neteweyên Yekbûyî li Qesra Spî qebûl kir û destnîşan kir, ku statukoya li Koreya Bakur ne ya qebûlkirinê ye.

Balkêş e bang li tevahiya 100 endamên Senatoya DYA hate kirin, ku beşdarî civîna awarte ya li ser Koreya Bakur bibin. Hat ragihandin, gelek endamên artêşê, îstîxbaratê û Wezareta Karên Derve wê tevlî vê civîna li Qesra Spî bibin.