DYA'yê di mijara Îranê de piştgirî ji NY xwest

Rêveberiya DYA, ku helwesta xwe ya li dijî Îranê di mehên dawî de tund kir, ji Neteweyên Yekbûyî (NY) piştgirî xwest, ku destekê bide vê helwesta wan.

Nûnera DYA Nîkkî Haley, li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî, li ser pirsgirêkên Rojhilata Navîn û Îsraîl-Fîlîstînê axivî û bang li konseyê kir, ku piştgiriyê bide polîtîkayên wan.

Haley, helwesta welatê xwe ya li hemberî peymana nukleerê ya 2015'an a bi Îranê re ku Elmanya, Fransa, Çîn, Rûsya û Îngilîstan jî di nav de hene, dubare kir û anî ziman, ku welatê wê ketiye pêvajoyeke li dijî 'helwesta hilweşîne' ya Îranê.

Haley anî ziman, ku divê civaka navneteweyî mîna DYA helwestekê li dijî Îranê nîşan bide.

Serokê DYA Donald Trûmp di nava meha Cotmehê de bi biryarekê ragihandibû, ku wê peymana nukleerê ya navborî bixe rojeva Kongreyê.

Li gorî peymana nukleerê ya sala 2015'an, di berdêla ku Îran navendên xwe yên nukleerê li çavdêrên navneteweyî veke, pêkanînên aboriyê yên li ser wê, gav bi gav werin rakirin. Trûmp jî îdîa dike ku Îran 'rêveberiya rejîmeke fanatîk e', mirin, hilweşîn û kaosê li cîhanê belav dike û Îran yek ji welatên 'herî zêde destekê dide terorê' ye.

Trûmp her wiha îlan kir, ku heta Îran helwesta xwe ya 'destekkirina terorê' ji nû ve binirxîne, wê tedbîrên nû bigirin.