DYA biryara pêkanînê li dijî rêveberên Venezûelayê da
Rêveberiya Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) biryar da ku hin pêkanînan li ser gelek rêveberên payebilind ên Venezûelayê ferz bike.
Rêveberiya Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) biryar da ku hin pêkanînan li ser gelek rêveberên payebilind ên Venezûelayê ferz bike.
Wezareta Xezîneyê ya DYA, zextên xwe yên li ser Venezûelayê, ku wê ji bo Meclîsa Damezrîner dengdan bê kirin, zêde dike.
Hat ragihandin, di çarçoveya biryara wezaretê de wê pêkanîn li ser 13 rêveberên payebilind ên heyî û yên berê yên hikumeta sosyalîst bên ferzkirin. Nehat eşkerekirin ku ev pêkanîn wê çi be. Di nava kesên ku pêkanîn li ser wan tê ferzkirin de Seroka Konseya Hilbijartinê ya Neteweyî Tîbîsay Lûcena Ramîrez û serokê komîsyona ku ji bo Meclîsa Damezrîner hatiye avakirin Elîas Jaûa Mîlano jî hene.
Zextên partiyên rastgir ku li parlamentê serdest in ên li dijî Serokdewlet Nîcolas Madûro dewam dikin. Li Venezûelayê 90 ji sedî yê hatineyên derve ji petrolê pêk tê. Kêmbuhan buhayê petrolê darbeyeke cidî li aboriya welêt xistibû.
Mûxalefet, rêveberiya Madûro weke berpirsyarê vê krîza aboriyê dibîne û dixwaze îstifa bike. Li hemberî banga îstifa û hilbijaritna pêşwext, Madûro Meclîsa Damezrîner îlan kir û biryar da ku ji bo vê jî di 30'ê Tîrmehê de hilbijartinê bike.
Serokê DYA Donald Trûmp 17'ê Tîrmehê daxuyaniyek dabû û Madûro weke 'rêveberekî nebaş' bi nav kiribû û xwestibû hilbijartinên Meclîsa Damezrîner bê betalkirin. Trûmp diyar kiribû, ku eger ev neyê kirin wê pêkanînên giran ên aboriyê bixin meriyetê.