DYA: Agirbest ji bo tevahiya Sûriyeyê ye

Di daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya DYA de hate bibîrxistin ku agirbesta li Sûriyeyê ji bo tevahiya vî welatî derbas dibe û ji bo Tirkiyeyê hate gotin, "Divê pêşnûmeyê (KENY) baş bixwîne."

Berdevka Wezareta Karên Derve ya DYA Hearther Naûert di brîfîna çapemeniyê de got, biryara Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) ku roja Şemiyê hate girtin, ji bo tevahiya Sûriyeyê derbas dibe.

Naûert bal kişand ser êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ku tevî biryara agirbesta însanî ya 30 rojî dewam dike û got, "Divê Tirkiye vê lihevkirinê baş û ji nû ve bixwîne. Ev biryar ji bo 30 rojî agirbestê li ser hemû aliyên li Sûriyeyê ferz dike. Em ji Tirkiyeyê re pêşniyar dikin ku biryara agirbestê ya KENY ji nû ve bixwîne."

Berdevka Wezareta Karên Derve ya DYA nerazîbûn nîşanî Rûsyayê jî da û Moskowa rexne kir, tevî ku biryara agirbestê erê kir jî tevî rêveberiya Sûriyeyê destekê dide şer. Naûert destnîşan kir ku agirbest ji bo gihandina alîkariya însanî ye û ji bo hemû Sûriyeyê derbas dibe, tenê DAÎŞ, El Nûsra, El Qaîde û komên bi wan ve girêdayî di nava çarçoveya agirbestê de nînin.