Doza serxwebûnxwazên Katlan dest pê dike

Hate ragihandi doza 12 serxwebûnxwazên ku serxwebûna Katalonyayê dane destpêkirin Sibatê wê were dîtin.

Serokê Dadgeha Bilind a Spanyayê Carlos Lesmes got danişînên dozê di navbeyna 7'ê û 12'ê Sibatê de dibe ku dest pê bikin. Lesmes got dîroka teqez Înê yan jî Duşemê wê bi fermî were ragihandin.

Dozgerî bi sedema ku referandûma serxwebûna Katalonyayê ya 1'ê Cotmeha 2017'an ragihandine, rêveberên serxwebûnxwaz bi ''serhildêriyê'', ''dabeşkariyê'' û bi ''peywira xwe bi nebaşî bikaranînê'' tawanbar dike û cezayan dixwaze. Di nav van de rîsk li ser heye Alîkarê Serokkomarê berê yê Herêma Xweser a Katalonyayê Orîlol Junqueres  25 sal cezayên girtîgehê bixwe.

Referandûma serxwebûnê ya Katalonyayê li gel qedexekirina rêveberiya navendî jî, 1'ê Cotmeha 2017'an pêk hatibû. Referandûma navborî ku polîsên Spanyolî gelek êrîşên tund anîbûn serê, 27'ê Cotmehê li parlamentoya Katalonyayê hatibû ragihandin.

Hikûmeta Spanî hikûmeta herêmî û parlamento fesh kiribû. Gelek rêveber hatibûn girtin û hin jê neçar man ku sirgûn bibin. Tê payin doza liş ser rêveberê Katalan Sibatê dest pê bike.