Doza ku Lûla were berdan tê dîtin

Ji bo ku Serokdewletê berê yê Brezîlayayê Lulu ku bi komploya siyasî hatî girtin were berdan, du serlêdan têne dîtin.

Dadgeha Bilind a Brezilyayayê serlêdana ji bo berdana serokdewletê berê Luîz Înacîo Lula da Sîlva li du serlêdanên li ber xwe dinere.

Tê gotin serlêdan têkilî wê ye ku heta ku îtîraza ku Kanûna par hatî kirin bibe biryar Lula were berdan an jî li malê bi rengê girtî bimîne.

Endamê Partiya Karker (PT) Lula ku di navbeyna 2003-2010'an de serekdewletî kirî, di hilbijartina par de favorî bû. Lê ji beriya hilbijartinê bi sûcê gendeliyê 8 sal û 10 meh ceza lê hate birîn. Bi vî rengî rastgirê radîjal Jaîr Bolsonara di hilbijatinê de bi ser ket.

Lê di The Intercept Brasîl de derkete holê ku dadgerê ku Lûla darizandî Sergîo Moro û rayedarên dozgeriyê ku lêpirsîn rê ve dibirin bi hev re di nav danûstandinê de bûn. Moro piştre di nav hikûmeta rastgirê radîkal serok dewlet Jaîr Bolsonaro de, cih girtibû.