Dostê Kurdan Ebrahîm Ebrahîm ê ji Başûrê Efrîkayê rehmet kir

Dostê Kurdan Ebrahîm Ebrahîm ê ji Başûrê Efrîkayê ji ber penceşêra pişikê rehmet kir.

Dostê Kurdan Ebrahîm Ebrahîm ê ji Başûrê Efrîkayê demeke dirêj bû ji ber penceşêra pişikê tedawî dibû. Ebrahîm di 84 saliya xwe de di 6’ê Kanûnê de rehmet kir.

Konseya Rêveber a KNK’ê ji bo Ebrahîm peyameke sersaxiyê weşand û got “Ew şoreşgerekî mezin bû.”

KNK’ê diyar kir ku Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê dema di salên 1900’î de li Başûrê Efrîkayê xwe rêxistin dikir, Ebrahîm bi Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê re bû.

Ebrahîm demekê Alîkarê Wezîrê Karê Derve yê Başûrê Efrîkayê bû û di heman demê de Endamê Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Efrîkayê (ANC) bû û her dem piştgiriya Kurdan dikir. Di Hezîrana 1999’an de dema ku li Hambûrgê ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan konferansek hatibû lidarxistin, Ebrahîm jî di konferansê de axivîbû.

Ebrahîm di axaftina xwe de gotibû di sala 1987’an de ew jî li Girava Robben Islandê bi salan di girtîgehê de mabû û çawa ku Mandela bi ser ketibû wê Abdullah Ocalan jî bi ser bikeve.

Di sala 2017’an de di konferansa neteweyî ya ANC’ê de ji bo ku derbarê azadiya Abdullah Ocalan û têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd biryara piştgiriyê were dayîn Efrahîm roleke xurt wergirtibû û ev biryar hatibûn stendin.

Di sala 2017’an de dema ku li Kongreya Partiya Komunîst a Efrîkayê jî ji bo ku heman biryar were stendin, Ebrahîm roleke girîng lîstibû.

KNK’ê got “Erahîm Ebrahîm dema ku tedawî dibû jî wî têkoşîna xwe ya ji bo azadiya Rêber Apo didomand. Herî dawîn di 31’ê Cotmeha 2021’an de jî ji bo azadiya Rêber Apo peyamek şandibû û xwestibû divê dewleta Tirk Rêber Apo berde.”

Konseya Rêveber a KNK’ê ji ber wefata Ebrahîm Ebrahîm nameyeke sersaxiyê ji malbat, dost û hevrêyên wî re şand û got “Wê dostê gelê Kurd û şoreşgerê mezin ê Efrîkaya Başûr tu carî neyê jibîrkirin. Xeyalên wî yên azadiyê di serî de wê têkoşîna wî ya ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah OCAlan jî bênavber bidome.”