Dîwana Edaletê peymana transfera daneyan a DYE û YE betal kir

Dîwana Edaletê ya Yekîtiya Ewropayê peymana transfera daneyan a bi navê ‘Prîvacy Shîel’ a di navbera Yekîtiya Ewropayê û DYE’yê betal kir.

Mertala parastina daneyan a ‘Prîvacy Shîel’ daneyên şexsî yên hemwelatiyên Ewropayê bi awayekî qanûnî dida DYE’yê.

Ev derfet ji aliyê hemû şîrketên mezin ên Emerîkayê dihate bikaranîn û bi saya vî tiştî nirxandina daneyê şexsî yên wekî ‘nasname, tevgera di înternetê de û cih’ yên bikarhênerên Ewropayê dihate kirin. Li gorî Ewropayê li DYE parastina daneyan hindiktir e.

Vê peymana transfera daneyan di Tîrmeha 2016’an de hatibû qebûlkirin. Salek beriya wê jî peymana bi navê Safe Harbor jî ji aliyê Dîwana Edaletê ya Ewropayê hatibû betalkirin.

Biryara Dîwana Edaletê ya Ewropayê ev e ku “mudaxeleya li ser mafên bingehîn ên kesên ku di navbera wan de transfera daneyan jî heye, êdî wê ne gengaz be.” Li gorî Dîwana Edaletê ya Ewropayê bi vê biryarê re, otorîterên raya giştî yên Emerîkayê heke ‘tevdîrên tund’ wernegirin wê nikaribin daneyên şexsî bi dest bixin.

Yek ji argumana bingehîn a kesên li dijî peymanê ev e ku, daneyên şexsî yên ku ji DYE’yê re tên şandin, dibe ku ji aliyê serwîsên ewlekariyê yên DYE yên wekî NSA û FBI bi awayekî bê kontrol were bikaranîn.