Dinya têrî mirovahiyê nake

Çavkanî û berhemên ku xweza di nava salekê de hildiberîne û pêşkêş dike, ji aliyê mirovahiyê ve di nava heft mehan de hatin qedandin.

Saziya bi navê Global Footprint Network (Tora Şopa Lingan a Global) daxuyaniyek weşand û diyar kir, çavkaniyên ku xweza ji bo salekê pêşkêşî mirovan dike, heta 29'ê Tîrmehê têra mirovan dike. Ev dema ku weke Roja Zêdegaviyê ya Global tê dîtin, sala derbasbûyî 1'ê Tebaxê bû.

Roja Zêdegaviyê ya Global ku ew roj e; mirovahî berhemên ku xweza pêşkêşî wan dike diçikîne, ji ber zêdebûna nifûsê û xwarina bi rengê nezantî her sal kêm dibe. Li gorî sala derbasbûyî 3 rojan kêm bû ku di nava 20 salên dawî de 3 mehan kêm bû.

Ev yek jî tê wê wateyê, ku mirovahî bi 1.75 qatî zêdetir ji berhemên xweza pêşkêş dike dixwe û nîşan dide ku çavkanî zû tên qedandin. Yanî ji bo xwezaya heyî bê parastin û mirovahî bi vî rengî xwe xwedî bike, pêwîstiya mirovahiyê bi dinyayeke ji 1.75 qatî ji dinyaya heyî mezintir heye.