Dîktatorê Sûdanê ji peywirê hate stendin û girtin

Serokkomarê Sûdanê Omer El Beşîr ji aliyê artêşê ve ji peywirê hate stendin û girtin.

Wezareta Parastinê li televîzyonê daxuyanî da û diyar kir ku Omer El Beşîr ê ku 30 sal in desthilatdar e, ji aliyê artêşê ve ji peywirê hatiye stendin. Wezîr diyar kir ku gelek rayedar jî hatine girtin.

REJÎM KET, ŞEFÊ WÊ HATE GIRTIN

Li gorî daxuyaniyê wê konseyeke leşkerî du salan welat bi rê ve bibe û hate ragihandin ku heta fermaneke duyemîn sînor û qada hewayî hatine girtin.

Serwîsên Îstîxbarat û Ewlekariya Hundirîn diyar kirin ku wê hemû girtiyên siyasî jî serbest werin berdan.

Di destê sibehê de yekîneyên leşkerî bi ser navendên Tevgera Îslamî girtin a ku baskê îdeolojîk ê partiya Omer El Beşîr e.