Dîktator Omer El Beşîr ê ku dostê Erdogan e, îstîfa kir

Serokkomarê Sûdanê Omer El Beşîr ê ku 30 sal in li ser desthilatdariyê ye, ji ber zextên li kolanan îstîfa kir. El Beşîr û derdora wî ya nêz, di malê de tên ragirtin.

Serokkomarê Sûdanê Omer El Beşîr ê ku ji sala 1989’an û vir ve destilatdar e, îstîfa kir. Televîzyona neteweyî diyar kir ku artêş dike daxuyaniyeke girîng bike û yekîneyên leşkerî li ser pirên Nîlê û li Hartûmê ya ku paytext e li cihên stratejîk xwe bi cih kiriye.

Ji bo avakirina hikumeta demdemî nîqaş hatin kirin û bi deh hezaran kes jî daketin kolanan. Girse bi taybetî li pêşiya Wezareta Parastinê çalakiyên rûniştinê li dar dixin û dixwazin artêş bi gel re bin.

Çavkaniyên ku ji Reûtersê re axivîne diyar dikin ku Omer El Beşîr û derdora wî li qesra serokkomariyê di malekê de tên ragirtin.

Di 19’ê Kanûnê de ji ber ku bihayê nan sê katan zêde bûbû li Sûdanê xwepêşandan hatibû destpêkirin û di demeke kurt de li hemberî rejîma Omer El Beşîr veguherîbû tevgerekê.

Omer El Beşîr ê ku di sala 1989’an de bi derbeyê welat desteser kiribû, ji sala 2010’an û vir ve ji aliyê Dadgeha Cezayan a Navneteweyî bi sûcên qirkirinê û sûcên li dijî mirovayetiyê tê sûcdarkirin. Omer El Beşîr di sala 2015’an de bi 94,5 ji sedî hate hilbijartin. Di heman demê de sûcdariyeke din a li ser Beşîr jî ev e ku 9 milyar dolar bera bêrîka xwe daye.

DÎKTATORÊ KU DOSTÊ ERDOGAN E

Omer El Beşîr dostê Erdogan e. Ligel ku derbarê wî biryarên girtinê yên navneteweyî heye, Omer El Beşîr hatibû serdana Tirkiyeyê û ji bo Erdogan gotibû ‘misilmanekî baş e.’

Erdogan ji bo El Beşîr jî gotibû ku ‘Misilmanek qirkirinê nake’û pişta El Beşîr girtibû.

Koalîsyona Dadgeha Cezayan a Navneteweyî (ÛCMK) diyar kiribû k hêza milîsan a ku hikumet piştgiriyê didin wan, herî kêm 200 hezar sivîl kuştine û tecawizên sîstematîk kirine û bi milyonan kes koçber kirine.