Dîktatorê dawî yê Ûrûgûayê mir

Serokdewletê berê yê Ûrûgûayê Gregorîo Alvarez mir. Alvarez nûnerê dawî yê yek ji dîktatoriyên herî bi xwîn ên li Latîn Amerîka ye.

Ji kadroyên darbeya leşkerî ya sala 1973'an Alvarez, ku di navbera salên 1981-1985'an de serokdewletî kir, di 91 saliya xwe de mir.

Alvarez ê bi navê 'Goyo' tê naskirin û di dema dîktatoriya xwe de ji 'windabûna' zêdeyî 40 girtiyên siyasî berpirsyar tê dîtin, weke yek ji lîderên herî dest bi xwîn ê rejîmê dihat naskirin.

Di sala 2007'an de ji ber sûcdariyan hate girtin û di sala 2009'an de ji ber sûcên li dijî mirovahiyê kiriye, 25 sal cezayê girtîgehê lê hate birîn.

Di sala 1973'an de li dijî zextên dîktatoriya leşkerî, gerîlayên Tûpamarosê li bajaran dest bi berxwedanê kirin û di sala 1984'an de yekem hilbijartina demokratîk pêk hat. Yek ji kesayetên girîng ên Tûpamaros Jose Mûjîca jî di navbera salên 2010-2015'an de bi erka serokdewletiyê rabû.