Dibe ku ji 200 hezarî zêdetir xebatkarên tenduristiyê pê ketibin

Hate ragihandin li cîhanê 100 hezar xebatkarên tenduristiyê jî bi Covîd-19'ê ketine û hate diyarkirin dibe ku hijmara rastîn pir zêdetir be.

Li gorî Konseya Hemşîreyên Navnetewî (CII) ku li navenda wê li Cinêvê ya Swîsreyê ye bi deh hezaran xebatkarên tenduristiyê bi  Covîd-19'ê ketine.

Saziyê dyar kir li gorî saziyên ku temsîla 20 milyon xebatkarên tenduristiyê dikin li cîhanê heta niha 90 hezar xebatkarên tendiristiyê bi Covîd-19'ê ketine.

Dîrektorê Giştî yê CII'yê Howard Catton ji Reuters Televîsîonê re axivî û got ji ber sedema li gelek welatan pêketî nayên zanîn dibe ku ev hijmara pir zêdetir be, diyar kir daneyên gelek welatan di dest wan de nînin û di destê wan de tenê agahiyên fedarasyonên endam ên li 30 weat hene û daneyên ku hikûmet didin û yên ku di çapemeniyê de têne parvekirin.

Dîrektore CII'yê got li tevahiya cîhanê li ser 3,5 milyon xebatkarên tenduristiyê gumana Covîd-19'ê heye û xebatkarên tendiristiyê ku bi Covîd-19'ê ketine dibe ku 200 hezar be.

Howard Catton got gelek hikûmetan agahiyên derbarê xebatkarên tenduristiyê nedane ser hev, rayedar rastiyê ji nedîtî ve tên û got, 'ev skandal e''.

Li gorî WHO'yê i 193 welatan 22 hezar xebatkarên tenduristiyê bi Covîd-19'ê ketine.