Dibe ku du ji sê parên zeviyên li Îranê ji holê rabin

Krîza avê ya li Îranê ku ji ber polîtîkayên şaş rû da, giran dibe. Tê gotin, dibe ku du ji sê parên zeviyên li Îranê ji holê rabin.

Alîkarê Serokkomar Îsa Kalantarî krîza ekolojîk a ku Îran di nav de ye nirxand û got, Îran ji pêşniyara saziyên navneteweyî qat bi qat zêdetir çavkaniyên avê bi kar tîne. Kalantarî bi bîr xist ku pêşniyar tê kirin, herî zêde 40 ji sedî yê çavkaniyên avê bên bikaranîn, lê belê li Îranê ji sedî sed çavkaniyên avê tên bikaranîn.

ZÊDEBÛNA NIFÛSÊ Û BIRYARÊN ŞAŞ ÊN SIYASÎ RÊ LI BER KRÎZÊ VEKIR

Kalantarî hişyarî da ku bikaranîna zêde ya çavkaniyên avê yên binê erdê û çavkaniyên din, dibe ku di dema bê de rê li ber encamên giran ên civakî veke û got, zêdebûna nifûsê û guhertina avhewayê rê li ber vê krîzê vekiriye. Kalantarî destnîşan kir ku tevî vê yekê şaşitiyên siyasî û teknîkî jî ev krîz girantir kiriye.

70 JI SEDÎ YÊ ZEVIYAN WÊ TINE BIBIN

Alîkarê Serokkomar bal kişand ser çandiniya li Îranê û ragihand, ji bo vî karê çandiniyê gelekî av tê bikaranîn. Kalantarî diyar kir, bi taybetî li başûrê Çiyayên Elbrûzê û rojhilatê Çiyayên Zagrosê dibe ku çandinî nema karibe bê kirin û xwest, li hemberî vê yekê bi lezgînî tedbîr werin girtin. Kalantarî destnîşan kir, di nava 20 heta 30 salan de dibe ku 70 ji sedî yê erdê çandiniyê nemîne.

Îsa Kalantarî ku salên 1990'î li Îranê wezîrê çandiniyê bû, îdîa kir ku eger çavkaniyên avê yên li sererd û binerdê zêde neyên bikaranîn, dikare pêşî li xisara di nava 30-40 salan de rû bide bê girtin.