Dibe bi milyonan Efganî birçî bimînin

Bernameya Xorek a Cîhanî û Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê ya girêdayî NY’yê, ragihand ku xebatên saziyên alîkariyê yên li Efganistanê li ber rawestanê ne, dibe di nava çend hefteyan de bi milyonan mirov rû bi rûyê birçîbûn û hejariyê bên.

Piştî koalîsyona naveteweyî ya bi pêşengtiya DYE’yê ji Efganistanê derket û şûnde fona bi qasî 9 milyar dolar a rojavayî ji bo hikûmeta Efgan da rawestandin, alîkariyên derve yên ji bo welat dihatin şandin jî bi temamî hatin qûtkirin.

Nûnera Bernameya Xorek a Cîhanî ya Efganistanê Mary-Ellen McGroaty daxuyaniyek da û pêşbînî dikin ku di demeke kin de li welat di astekî mezin de aborî hilweşe, anî ziman ku di rewşa heyî de pirsgirêka xorekê ya cidî dibe kûrtir bibe.

Pispran anî ziman ku sala 2021’ê ji ber hişkesaliyê hilberandina dexlûdan a li Efganistanê ji sedî 40 dakete xwarê, pêwîstiya wealt bi lezgîn alîkariya navneteweyî heye.

Rêxistina Tenduristî ya Cîhanê jî diyar kir ku li gelemperiya Efganistanê 2 hezar û 500 nexweşxane û saziyên tenduristiyê ku ji aliyê Banka Cîhanî ve alîkarî dihate kirin, di rewşeke welê de ne ku nikarin xizmetê bikin.

Li aliyê din Neteweyên Yekbûyî ragihand xwepêşandanên li welat ên li dijî Talîbanan tên kirin, bi tundiyê mudaxele tê kirin.