Di teqîna li Rûsyayê de hejmara miriyan bû 21

Li herêma Ûralê ya Rûsyayê ji ber gazê teqînek pêk hat û hejmara miriyan bû 21.

Teqîn roja Duşemê li avahiyeke Magnîtogoroskê pêk hat. Di encama teqînê de beşeke avahiyê hilweşiya û tîmên rizgarkirinê xebatên xwe didomînin.

Li gorî bîlançoya dawî ya Wezareta Rewşên Lezgîn 21 kes mirine û ji 20 kesan agahî nayê girtin. 6 kes ku 2 ji wan zarok in di bin kavilan de bi saxî hatin rizgarkirin.

Wezaretê got “li herêmê xebat didomin’ û di nava 24 saetan de enkaz hatiye paqijkirin û bi 50 qamyonan hatiye rakirin.

Tîmên rizgarkirinê roja Sêşemê pitikeke 10 mehî zindî ji nav kavilan derxistibûn.

Ev avahî di sala 1973’an de hatibû avakirin û nêzî 1.100 kes di avahiyê de dijiyan.

Serokê Dewleta Rûsya Vlademîr Pûtîn roja Duşemê çûbû cihê bûyerê. Servîsa ewlehiya navxweyî FSB jî diyar kir ku ji ber gazê teqîn pêk hatiye.