Li Rûsyayê teqîn: Herî kêm 14 kes mirin
Li herêma Ûralê ya Rûsyayê ji ber gazê teqînek pêk hat. Herî herî kêm 14 kes mirin.
Li herêma Ûralê ya Rûsyayê ji ber gazê teqînek pêk hat. Herî herî kêm 14 kes mirin.
Teqîn roja Duşemê li avahiyeke Magnîtogoroskê pêk hat. Rayedaran diyar kirin ku ji nav kavilên avahiyê 14 cenaze derxistine û 27 kes winda ne.
Magnîtogotorsk a ku bajarekî endustriyel e ji ber teqînê avahiyek li wê derê hilweşiyabû. Ev avahî di sala 1973’an de hatibû avakirin û nêzî 1.100 kes di avahiyê de dijiyan. Tîmên rizgarkirinê roja Sêşemê pitikeke 10 mehî zindî ji nav kavilan derxistibûn.