Di şewatên Hawaiiyê de hejmara miriyan bû 36
Li eyaleta Hawaii ya DYE’yê di şewata daristanan de heta niha 36 kesan jiyana xwe ji dest dane. Gelek kes ji bo xwe ji şewatê rizgar bikin, xwe avêtin okyanûsê.
Li eyaleta Hawaii ya DYE’yê di şewata daristanan de heta niha 36 kesan jiyana xwe ji dest dane. Gelek kes ji bo xwe ji şewatê rizgar bikin, xwe avêtin okyanûsê.
Bi Bahoza Dorayê de şewata daristanê zêdetir bû. Li gorî bîlançoya ku rayedaran dane, heta niha 36 kesan jiyana xwe ji dest dane.
Hate diyarkiirin Girava Maûiyê di nav şewatê de maye.Bajaroka Lahaîna ya tûrîstîk ku li peravê rojava yê Maûiyê ye, gelek mal û dikan di nav agir de man.
Ewlekariya peravê diyar kir ku li peravên Lahaînayê 12 kes rizgar kirine..
Li gorî alîkarê walî rewş gelekî giran û dramatîk e û li nexweşxaneyan gelek birîndar hene ku hin derên bedena wan şewitîne û dûmanê xisar li wan kiriye.