Di şewata Kalîforniyayê de nêzî 200 kes winda ne

Bi baya zêde re şewata daristanan a li eyaleta Kalîforniya ya DYA’yê derketî her diçe belav dibe, hate ragihandin ku nêzî 200 kes winda ne. Hejmara kuştiyan jî derket 31’î.

Li eyaleta Kalîforniyayê di dîrokê de şewata herî mezin lê pêk hatiye. Şerîfê Bûtteyê Kory Nonea ragihand ku li gorî zanyariyên saziyên rêveber agahî ji 228 kesan nayên girtin.

Şewata herî mezin a bi navê ‘Camp Fîre’ hatî binavkirin, li bakurê welat herî zêde bandor kiriye, li başûrê wê jî şewatekî din derketiye. Li gorî bîlançoya demkî hejmara kesên mirine gihişte 31’î. Fikar hene ku bîlanço zêdetir bibe.

Ji ber baya zêde şewat mezin û belav dibe. Rayedar bi fikar û metirsîdar in ku di nava van şertan de şewan li nuqteyên cuda jî derbikevin.

Heta niha ji ber şewatê 224 hezar kes hatine veguhestin. Şewata Camp Fîre li bajarê Paradîse ji 6 hezar û 700 mal û kargeh kiriye xwelî. Tê texmînkirin ku ziyanên bi sîgorteyî di navbera 2 heta 4 mîlyar dolarî de ne.

Her wiha di şewata Camp Fîreyê de jî nêzî 45 hezar zevî bûne xwelî. Di hejmara mirina mirovan de jî bîlançoya herî giran a dîrokê ya eyaletê ye. Di şewata sala 1933’a li Parka Grîffîthê de 29 kes miribûn.