Di şeş mehan de herî kêm 2057 sivîl hatin kuştin

Hat ragihandin ku li herêma Sahelê, ji serê salê heta bi niha herî kêm 2057 sivîl ji ber şer hatine kuştin.

Hejmara kesên sivîl ên ji ber pevçûnên li Sahelê tên kuştin her sal zêdetir dibe. Li gor daneyên rêxistina civaka sivîl a bi navê Acled a AFP’ê, ji serê sala 2022’yan heta bi niha li Malî, Nîjer û Bûrkîna Fasoyê 2057 sivîl hatine kuştin. Li gor bîlançoyê di nava şeş mehan da zêdeyê temamê par sivîl hatine kuştin.

Meha Hezîranê li gundê Daillassagou ya navenda Maliyê 132 sivîl, li gundê Seytenga ê Bûrkîna Fasoyê 86 sivîl hatin kuştin.

Meha Gulanê li gundê Madjoarî yê li rojhilatê Bûrkîna Fasoyê nêzîkê 50 sivîl hatin qetilkirin, meha adarê li gundê Mûra yê navenda Maliyê 300 sivîl ji aliyê artêşê ve hatin kuştin.

Li gor Acled’ê li van her sê welatên li herêma Sahelê, ji sala 2012’an heta bi niha 11 hezar û 276 sivîl hatine kuştin.