Di şerê li Somaliyê de 66 kes mirin

Li Somalî roja Sêşemê ya di navbera El Şehba ya komên selefî û hêzên hikmetê de şer qewimîbû, bi kêmanî 66 kes mirin.

Li gorî çavkaniyên hikûmetê 51 endamên El Şebabê hatine kuştin. 15 kesên din ên mirîn jî leşker û sivîlên di şer de mirine.

Hikûmetê ragihan ku 6 milîsên El Şebabê jî bi saxî girtine.

El Şabab a girêdyaî El Qaîdê ye, bi awayekî rêkûpêk li dijî navendên leşkerî, avahiyên hikûmet û otelan êrîşan lidar dixe.

Roja Duşemê jî li navçeya Baadweyn a dikeve herêma Mûdûg a dikeve bakurê welat piştî ku El Şebab êrîş kiribû şer derketibû.

25’ê Mijdarê jî li deverekî derveyî paytext Magadîşûyê di êrîşa bombeyî ya li ser wesayîtekê de bi kêmanî 5 polsî hatibûn kuştin. Kesê êrîş li xwe negirtibû.