Di şerê Azerbeycan-Ermenistanê de bi kêmanî 14 kes mirin

Di navbera Azerbeycan û Ermenistanê de roja Sêşemê ji nû ve şerê bi çek qewimî. Di şerê nava 3 rojên dawî de bi kêmanî 14 kes mirin.

Di serî de tevî banga Rûsya û hêzên navneteweyî ya aramiyê şerê di navbera Ermenistan û Azerbeycanê de dewam dike.

Roja Sêşemê li navçeya Tovûz a li ser sînor şer ji nû ve qewimî. Azerbeycanê ragihand ku di vî şerî de 7 leşker û sivîlek hatiye kuştin. Azarbeycan ragihandibû ku di şerê du rojan rû dayî de 4 leşker hatibû kuştin. Li gel vê li gorî daneyên fermî ji aliyê Azerbeycanê 11 leşker û sivîlek hatiye kuştin. Kuştina sivîlan ji çavkaniyeke din piştrastkirin ne mimkûn e. Di şerê roja Sêşemê qewimî, nava miriyan de generalekî Azerî û albayek heye.

Ermenistan ragihand ku 2 leşkerên wan mirine. Rayedarên Ermenistan nerazîbûn nîşanî êrîşa bi topan û balafirên keşfê yên bê mirova a roja Sêşemê ya ji aliyê hêzên Azerbeycanê ve pêk hatî, da.Berdevkekî yê Wezareta Parastinê ragihand ku sivîlên li bajarê Berd a nêzî sînor hatiye hedefkirin.

Wezareta Karê Derve ya Ermenistanê got: “Li djî ewlekariya gelê sivîl, wê bi şêweyek hevseng bersiv bide.”