Di serdegirtina artêşa Efganan de herî kêm 35 kesên sivîl mirin

Hêzên ewlehiyê yên Efganistanê li eyaleta Helmandê girtin ser cihekî û di serdegirtinê de herî kêm 35 kesên sivîl mirin.

Li gorî daxuyaniyên rayedarên herêmî sivîlên ku hatine qetilkirin li rex avahiya ku bûye hedef, li dawetê bûne.

Endamê meclîsa eyaleta Helmandê Attaîllah Afgan diyar kir ku di serdegirtinê de 35 kesên sivîl mirine û 13 kesên sivîl jî birîndar bûne.

Rayedarê Efganistanê diyar kir ku avahîya ku êrîş lê hatiye kirin cihê perwerdekirina çalakgerên xwekuj ên Talîbanê bûye.

Di 19’ê Îlonê de jî hatibû diyarkirin ku wesayîteke hewayî ya bêmirov a hêzên Efganistanê ‘bi şaşî’ sivîl kuştine. Di vê êrîşê de 30 kesên sivîl miribûn û 40 kes jî birîndar bûbûn.