Di qetlîameke li gundekî Maliyê de bi kêmanî 100 kes mirine

Di qetlîamaeke ya li gundekî Malî ya roja yekşemê de bi kêmanî 100 kes mirine.

Roja Yekşemê li Maliyê qetlîamek pêk hat. Vê carê gundê Sobanû yê gelê Gogan ê 25 kêlometre jî komuna Sangha a navenda welat dûre hate hedefkirin. Li gorî Wezareta Parastinê 95 kes mirine, 19 kes jî birîndar bûne.

Li gorî daxuyaniya serokê şaredariya Sanghayê ya ji qenala 24’ê re dayî, li cihê bûyerê cenazeyê 94 kesan hebûn. Serokê şaredariyê ragihand ku dibe fikarên zêdebûna bîlançoyê jî hebe.

Li gorî agahiyên serokê şaredariya Sanghayê gund hatiye şewitandin, yên hewl dane ji mal jî derkevin hatine kuştin. Beşeke mezin a gund hatiye tinekirin.

Heta niha kesê êrîş li xwe negirtiye. Rayedaran jî li ser nasnameyên êrîşkaran agahî parve nekirin.