Di navbeyna Bolsonaro û artêşê de krîza mezin

Li Brezilyayê di navbeyna Serokkomarê rastgirê radîkal û dijminê jinan Jaîr Bolsonar û artêşê de krîzeke giran heye. Wezîrê Berevaniyê ji peywirê hate standin û fermandarên hêzên ezmanî îstîfa kir.

Ev krîza li Brezilyayê ya di navbeyna artêş û rêveberiyê de ji 1977'an û wir ve weke krîza herî giran tê dîtin.

Rojnameya Folha de Sao Poulo li ser rûdanên 30'ê Adarê, roja Sêşemê got,''Di dîroka Brezilyayê de qewimîna nû''. Roja Sêşemê fermandarê hêza bejayî, deryayî û ezmanî ji ber ku bi Serokkomar Bolsonaro re li hev dikirin îstîfaya xwe dan.

Li gorî rojnameya Folhayê van hemû fermandaran diyar kirine ku artêşa Brezilyayê wê ''teevlî ti serhatiya otorîter nebe''.

Li Brezilyayê dîroka 31'ê Adarê dibe salvegera 57'an a darbeya leşkerî ya sala 1964'an, ji ber vê tê diyarkirin dibe ku qijle jî tevlî hev bibin.

Krîzeke wiha ya mezin sala 1977'an dema ku Wezîrê Berevaniyê Sylvîo Frota dema dîktatoriya leşkerî ji peywirê hatibû standin, rûdabû.

Rojnameya Folhayê destnîşan dike ji peywirê standina Wezîrê Berevaniyê ya bi rengekî ku nedihate patin bûye sedema nerazîbûnê.