Di navbera Fransa û Îngîltereyê peymana li ser koçberan

Fransa û Îngîltere li ser koçberiya Behra Manşê peymaneke nû çêkir. Wê derfetên teknolojîk ên li peravan û dewriye werin zêdekirin.

Wezîrê Karê Navxweyî yê Îngîlîtereyê Prîtî Patel daxuyanî da û got “Ji bo derbasbûna ji Manşê were dijwarkirin me karbeşiyek kir.”

Li gorî peymanê wê piştî 1’ê Kanûnê dewriyeyên Fransayê du katan zêde bibe. Ji bo tespîtkirina derbasbûna ji ser sînoran jî wê dron û radar werin bikaranîn.

Di sala 2019’an de 4 kesan li Behra Manşê jiyana xwe ji dest dan û ji serê sala 2020’an heta niha jî 7 kes di vê rewîtiya xeternak de mirin.

Brîtanyaya Mezin di vî warî de Fransa sûcdar dikir ku tevdîran nastîne. Di meha Îlonê de rayedarên Fransayê diyar kirin ku wan 1300 kes zeft kirine ku dikira Manşe derbas bikira. Hate diyarkirin ku hejmareke hindik 30 kîlometreyan avjenî kirine.

Ji 1’ê Çileyê heta 31’ê Tebaxê 6200 koçber û penaberan hewl dan Behra Manşê derbas bikin.