Di navbera DYE û Îranê de diyaloga ‘kerr’an

Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî ya DYE’yê John Bolton diyar kir ku deriyê wan ji ‘muzakereyên rastîn’ re vekiriye û nerazîbûn nîşanî bêdengiya ‘kerr’ a Îranê da. Li gorî Îranê DYE di warê muzakereyan de ‘derewan’ dike.

Aloziya di navbera DYE û Îranê zêde dibe û ji bo sekinandina aloziyê bang tên kirin. DYE ji aliyekî ve zextan zêde dike û ji aliyê din ve jî bangî muzakereyan dike.

John Bolton diyar kir ku deriyê wan ji ‘muzakereyên rastîn’ re vekiriye û nerazîbûn nîşanî bêdengiya ‘kerr’ a Îranê da.

ZEXTÊN NÛ

Serokê DYE’yê Donald Trûmp roja Duşemê pêşengî olî yê Îranê Ayetûllah Alî Hamaney jî di nav de biryara hedefkirina heşt generalên Mûxafizên Şoreşê da. Wê di nava hefteyê de Wezîrê Karê Derve yê Îranê Cevad Zarîf jî têkeve lîsteyê.

Wezareta Karê Derve ya Îranê diyar kir ku DYE bi vê biryarê de kanalên dîplomatîk girtiye.

Serokkomarê Îranê jî got ku “Hûn ji aliyekî ve banga muzakereyan dikin û ji aliyê din ve jî zextan li Wezîrê me yê Karê Derve dikin. Diyar e ku hûn derewan dikin.”