Di navbera DYA û Talîbanan de hevdîtin pêk tên

Tevgera Talîban a Afganistanê ragihand ku li Qeterê bi sefîrê Amarîkayê re li hev civiyan e.

Berdevkê tevgera Talîban Zabîbûlah Mûcahîd, bi daxuyaniyeke nivîskî ya ku bi çapemeniyê re parve kirî, gotiye: “Heyeta buroya siyasî, bi tîma muzakereyê ya Amerîka ya di bin rêveberiya Zalmayî Halîlzad de  re hevdîtin kiriye.”

Halîlzad ê nûnerê berê yê DYA yê Kabîl, Bexda û NY’yê, ji serê meha Îlonê ve weke şefê muzakereyên aştiyê ya Afganistanê hatiye wezîfedarkirin.

Di meha Hezîranê de li Dohayê hevdîtinên yekem pêk hatibûn, di çapemeniyê de hatibû parvekirin û bi awayekî fermî nehatibû ragihandin. Hevdîtina mijara gotinê, piştî agirbesta sê rojan a di navbera hêzên Afganî û Talîbanan de pêk hatibû.

Lê bi derketina şerê dijwar re dîsa hêviyên aştiyê li hewa mabû.

Li gorî daxuyaniya berdevkê Talîbanan di hevdîtina Qeterê de her du alî jî li ser “Divê dagirkeriya li Afganistanê bi rêyên aştiyane bi dawî bibe’ axivîne.

Heyeta Talîban destnîşan kir ku hebûna hêzên biyanî ya li Afganistanê yekane asteniya mezin in a li pêşiya aştiyê. Li gorî daxuyaniyê ji bo domandina van hevdîtinan li hev kirine.