Di navbera DYA û Çînê de aloziya Derya Çînê ya Başûr

DYA hişyarî da ku zêdekirina leşkerên Komara Gel a Çînê li Derya Çînê ya Başûr wê "bê bersiv nemîne".

Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA), li ser bazirganiya derve bi awayekî vekirî zextê li Çînê dike. Her wiha li dijî avakirina baregehên hêzên deryayî yên Çînê li gelek giravên biçûk ên li Derya Çînê ya Başûr, DYA xwedî helwesteke tund e. Her sal berhemên bazirganiyê yên bi 5 trîlyon dolarî yên Çînê li vê deryayê derbas dibe. Îdîaya serweriyê ya Çînê ya li ser vê deryayê, DYA dixe nava fikaran.

Fîlîpîn, Brûneî, Malezya, Tayvan û Vîetnam ku li qiraxa vê deryayê ne, ji helwesta Çînê aciz in.

Di nûçeyeke qenala CNBC de hate îdîakirin ku Çînê li sê qadên li giravên Spratleys a Çînê fuzeyên ku li dijî keştiyan têne bikaranîn û yên ji erdê diavêje hedefên li ezmanan bi cih kiriye. Di nûçeyê de hate îdîakirin ku cara yekê ye Çîn fuzeyên bi vî rengî li Derya Çînê ya Başûr bi cih dike û hate gotin ku ev agahî ji aliyê çavkaniyekî ku dikare xwe bigihîne raporên servîsên veşartî yên Amerîkayê ve hatiye dayin.

Berdevka Qesra Spî Sarah Sanders jî da xuyakirin ku DYA fikarên xwe yên li ser mijarê yekser ji rêveberiya Çînê re ragihandiye û got, "Encamên vê yekê wê ji bo dema kin û dema dirêj hebin." Lê belê Sander eşkere nekir bê ev encam wê çi bin.