Di nava hikumeta Fransayê de krîza 'Êlek Zer'an rû da

Li Fransayê, bi destpêkirina çalakiyên 'Êlek Zer'an, di nava hikumetê de krîzê rû da. Mixalefet dixwaze ku hikumet bê feskirin û hilbijartin bê kirin.

Roja Şemiyê, di serî de li paytext Parîsê, li tevahiya welêt di çalakiyên protestokirinê de tundî derkete pêş. Ligel bi deh hezaran polîs û leşkeran, çalakvanan heta derengiya şevê kolan neterikandin. Li Parîsê çalakvanan li gelek kolanan bend û senger danîn û bi polîsan re şer kirin. Li bajarên din ên Fransayê jî bi heman awayî çalakî hatin kirin. Çalakvanan seyare, şaxên bankayan, firoşgeh dan ber agir, an jî hilweşandin. 

630 DESTGÎRKIRIN, 282 BIRÎNDAR

Li gorî daneyên fermî 412 li Parîsê, bi giştî 682 kes ketin ber lêpirsînê û 630 ji wan hatin destgîrkirin. Her wiha di çalakiyan de herî kêm 282 kes birîndar bûn. 81 ji birîndaran polîs in.

Wezareta Karên Hundir îdîa kir ku li tevahiya welêt 136 hezar kes beşdarî çalakiyan bûne. Lê belê tê ragihandin ku hejmara rastî herî kêm bi du caran li vê ye. 24'ê Kanûnê 166 hezar kes tevlî çalakiyên 'Êlek Zer'an ên li gelemperiya welêt pêk bûn, 282 kes jî tevlî çalakiya 17'ê Mijdarê bûn. Di çalakiyan de ku 3 hefte ne rojên Şemiyê pêk tên, hema bêje her roj li rêyên giştî yên seyareyan çalakiyên blokajê tên kirin.

BANGA HILBIJARTINA GIŞTÎ

Çalakiyên ku bi zêdebûna sotemeniyê dest pê kirin, paşê li dijî bê edaletiya civakî belav bûn û hikumet xist nava krîzê. Serokkomar Emmanuel Macron, zêdekirina buhayê sotemeniyê bi 'Derbasbûna ekolojîk' pênase kiribû, lê belê vê yekê zêde bawerî neda çalakvanan. 

Hikumet wê roja Duşemê, bi serokê partiyan re bicive û hewl bide ku ji krîzê re çareseriyekê bibîne.