Di nava 3 hefteyan de li Yemenê 242 kes ji ber kolera mirin

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê ragihand, li Yemenê ku şer lê diqewime, di nava 3 hefteyên dawî de herî kêm 242 kes ji ber şewba kolerayê mirin e.

Nûnerê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê yê Yemenê bi rêya telefonê ji rojnamevanên li Cenevreyê re axivî û diyar kir, şewba kolera bi rengekî ku beriya niha nehatiye dîtin, bi lez belav dibe.

Di nava sê hefteyên dawî de 242 kes mirin e, 23 hezar û 425 kesên bi vê şewbê ketine, hatin tespîtkirin. Rêxistinê ragihand, ew texmîn dikin ku hejmara nexweşên kolera bigihêje 250 hezar kesî.

Nexweşiyên li Yemenê, weke encamek ji şerê der dibin. Li Yemenê, piştî destwerdana Koalîsyona Ereb a bi pêşengiya Erebîstana Siûdî krîz girantir bû. Koalîsyona Ereb piştgiriyê dide Serokkomarê Yemenê Abd Rabbû Mansûr Hadî. Milîsên Hûsî yên Şîa jî ji Serokdewletê berê Alî Abdullah Salîh û ji Îranê piştgiriyê digirin.

Ji Adara 2015'an û vir ve li Yemenê zêdeyî 10 hezar kes mirin, zêdeyî 44 hezar û 500 kes jî birîndar bûn. Li gorî Neteweyên Yekbûyî 19 mîlyon mirov, yanî ji sedî 60 ê nifûsa vî welatî di nava şert û mercên giran de ku nikarin xwe xwedî bikin, dijîn.