Di nava 10 salan de wê îhtimala jiyanê ya li Exoplanetan zelal bibe

Dîrektorê Rasatxaneya Başûrê Ewropayê (ESO) Tîm de Zeeûw ragihand, di nava 10 salên pêş de wê mijara hebûn an jî nebûna jiyanê li gerstêrkên bi navê Trappîst-1 û Proxîma-b zelal bibe.

Tîm Zeeûw bal kişand ser xebatên têkildarî gerstêrkên li derveyî Sîstema Rojê Trappîst-1 û Proxîma-b, ku îhtimala jiyanê lê zêde ye û anî ziman, ku wê hebûn an jî tinebûna jiyanê ya li van gerstêrkan bê fêhmkirin.

Tîm de Zeeûw ragihand, li van gerstêrkan ku îhtimala jiyanê di salên dawî de ket rojevê, îdîaya 'jiyaneke mîna ya cîhanê' nîne û işaret bi avabûna cîhanê kir. de Zeeûw bibîr xist, li cîhanê demeke dirêj tenê jiyaneke ji hucreyekê hebû.

Teleskopên ser bi ESO ya il Çola Atacama ya li Şîlî, bi erka dîtina 7 gerstêrkên li dora Trappîst-1'ê digerin û Proxîma-b rabû bûn. Li gorî Tîm de Zeeûw, li gerstêra Proxîma-b a di nava Sîstema Proxîma Centaûrî de ye, îhtimala hebûna avê gelekî kêm e.

Tê zanîn ku hin ji gerstêrkên bi navê Trappîst tên zanîn, li "qada dikare lê bê jiyîn" in û îhtmala jiyanê heye.