Di muzakereyên Brexîtê de alî li hev nakin

Ji bo ku lihevkirin çêbibe Yekîtiya Ewropa 10 roj wext da Brîtanyayê ku muzakereyên veqetînê dike, ji ser xalên sereke yên bi gelemşe tawîzan nadin.

Muzakereyên bi Brîtanya re ku ji bo ku ji Yekîtiya Ewropa veqete Adara 2019’an hatî diyarkirin di gelek mijaran de lihevnekirin didome.

Ji bo ku ev 5 meh in di muzakereyan de lihevkirin çênebûbû Brîtanyayê heta 24’ê Mijdarê dem xwestibû. Lê li gel ku ev dem derbas bûbû jî, ji ber ku Brîtanyayê tawîz nedabû duh dîsa 10 roj wex danê.

Serokwezîra Brîtanya Theresa May derbarê muzakereyan got, ‘pêşveçûnek heye’ lê zêdetir agahî neda.

Serokê Konseya YE’yê Donald Tûsk jî got dibe ku Kanûnê derbasî qonaxa duyemîn a muzakereyan bibin. Tûsk li ser hesabê xwe yê twîtterê got li gel vê jî muzakere wê bi zehmetî derbas bibe û gelek kar li ber wan e.

YE ji ber ku Brîtanya ji endamtiyê derdikeve 60-100 milyar Euro pere dixwaze. Reşwa 3,2 milyon Brîtaniyên ku hê li welatên YE’yê dijîn wê çawa be hê ne diyar e. Her wiha rewşa 1,2 milyon Brîtaniyên ku li derveyî Brîtanya dijîn.

Îrlanda jî li dijî ji nû ve avakirina sînorên Îrlandaya Bakur a bi Brîtanyayê re derdikeve.

Heta li ser van mijarên bingehîn lihevkirin çênebe YE û Brîtanya ji bo têkiliyên pêşerojê dest bi muzakereyan nakin