Di hilbijartinên Serokkomariya Efganistanê de Ganî bi ser ket

Encamên hilbijartina serokkomariyê ya Efganistanê hatin eşkerekirin. Li gorî vê yekê Serokkomarê heyî Eşref Ganî bi ser ket.

Komîsyona Hilbijartinê ya 'Serbixwe' ya Efganistanê ragihand ku Eşref Ganî 50.64 ji sedî yê dengan wergirt û bi ser ket. Di hilbijartinên 28'ê Îlonê de Abdullah Abdullah ku hevrikê Ganî bû 39.52  ji sedî yê dengan wergirt. Piştî eşkerekirina encaman Abdullah Abdullah ragihand ku wê îtirazê li encamê bike.

Eşkerekirina encamên hilbijartinê beriya niha wê di 19'ê Cotmehê de pêk bihata, lê piştre ji bo 14'ê Mijdarê hate taloqkirin û her carê jî sedemên teknîkî hate pêşkêşkirin.

Dihate îdîakirin ku ev hilbijartin wê bibe hilbijartina 'herî paqij' a Efganistanê. Bi saya makîneyên bîometrîk ên şîrketeke Elman dihate xwestin ku bikaranîna du caran a dengan bê astengkirin.

Lê belê di destpêkê de milyonek ji 2.8 milyon dengên hatin bikaranîn ji ber bêsîstemiyê nehatin qebûlkirin. Li Efganistanê ku 9.6 milyon dengdêr hene tenê 1.8 milyon dengên derbasdar hatin jimartin. Bi vî rengî bû hilbijartina bi tevlîbûna herî kêm a Efganistanê.