Li gorî Komîsyona Hilbijartinê, Partiya Sosyalîst 31.4 ji sedî yê dengan wergirt. ACUM ku weke partiya alîgirê Ewropayê tê naskirin 26 ji sedî, Partiya Demokrat a bi serkêşiya Vlad Plahotnîûc jî 24 ji sedî yê dengan wergirtin.
Partiya Îlan Shor ku ji doza lirêtiyê ya yek milyar dolarî mehkûm bû, 8.5 ji sedî yê dengan wergirt û tevlî parlamentê bû. Partiyên din jî ji ber ku benda 6 ji sedî derbas nekirin, nekarî bikevin parlamentê.
Partiya Sosyalîst a ku di hilbijartinê de bi ser ket, bi alîgiriya Rûsyayê tê binavkirin. Ti ji partiyan piraniya mutleq di vê hilbijartinê de bi dest nexistin.
Moldova ku komareke berê ya Sowyetê ye û nifûsa xwe 3.5 milyon e, bi salan e di navbera alîgirên Moskowayê û yên dixwazin bibin endamê Yekîtiya Ewropayê de dabeş bûye. Alîgirên Moskowayê Mijdara 2016'an Îgor Dodon kiribûn Serokkomar. Ji ber vê rewşa ji hev cuda, krîzên siyasî rû didin û hilbijartin dubare dibin.