Di hilbijartinên Azerbeycanê de mîna ku dihate texmînkirin, surprîz nebû

Di hilbijartinên Azerbeycanê de weke dihat texmînkirin, partiya Serokkomar Aliyev bi ser ket. Mixalefetê da zanîn ku qanûnên hilbijartinê ‘’gelekî hatine binpêkirin.’’

Navenda Komîsyona Hilbijartinê ya Azerbeycanê ragihand ku di hilbijartinan de partiya Aliyev ji 125 kursiyên Meclîsa Netewî 68 bi dest xistiye.

Ji kursiyên din jî 45 ji aliyê namzetên serbixwe û 12 jî ji aliyê endamên partiyên siyasî ve hatine bidestxistin.Lê belê hemû ji kesên girêdayî hikûmetê pêk tên.  Jı Partiya Komarparêz a Alternatîf jî bi tenê namzedek hate hilbijartin ku Partiya Komarparêz a Alternatîf weke mixalîf tê naskirin.

Partiya mixalîf a bi navê Musavat  roja Duşemê ragihand ku zêdedengdan jî di nav de gelek qanûnên hilbijartinê hatine ‘binpêkirin’ û li hemberî vê yekê nerazîbûnên xwe nîşan da. 

Hemû hilbijartinên Azerbeycanê yên di serdema Aliyev de hatine kirin, ji aliyê mîsyonên çavdêriyê yên Teşkîlata Hevkarî û Ewlekariyê ya Ewropayê ve weke hilbijartinên neazad û nezelal hatine nirxandin. 

Çavdêrên Teşkîlata Hevkarî û Ewlekariyê ya Ewropayê jî li bendê ne ku encamên hilbijartinan werin eşkerekirin. 

DI MIJARA AZADIYÊ DE DI RÊZA HERÎ XIRAB DE YE 

Serokkomarê Azerbeycanê yê 62 salî Aliyev bi salan e bi bêdengkirina kesên mixalîf tê sûcdarkirin.  Ji ber vê yekê encamên hilbijartinan weke yên dihat texmînkirin, bi encam bûn.  

Her wiha Azerbeycan di rêza mafên mirovan de jî di rêzên herî dawiyê de cih digire. 

Saziya Emerîkî ya bi navê Freedom House jî Azerbeycanê di mijara azadiya sivîlan de weke ‘’xirabtirê xiraban’’ nîşan dide.