Di hilbijartina Îsraîlê de Netanyahû bi ser ket

Di hilbijartina Îsraîlê de li gorî encamên destpêkê, serokwezîrê niha Benjamin Netanyahû bi ser ketiye. 

Li Îsraîlê encama hilbijartinê diyar dibe. Li gorî çapemeniya Îsraîlê hejmartina dengan hema hema qediyaye û encamên derketî nîşan didin ku serokwezîr Netanyahû dikare dîsa hikumeteke nû ya koalîsyonê ava bike. 
Her sê rikberên Netenyahû ku serfermandarên kevin in jî, nikarîbûn Netanyahû têk bibin. Hilbijartin piranî di navbera eniya rastgir û rastgirên radîkal de derbas bû. Netenyahû beriya hilbijartinê bi rastgirên radîkal re tifaq çêkiribû. 

Di encamê de, Netanyahû, hejara xwe ya parlamentoyê zêdetir kir û partiya wî Likud, encama herî baş a 16 salên dawî bidest xist. 

Li gorî encamên ku hê teqez nebûyî partiya Likud 26 ji sedî ya rêjeya dengan girtiye û di parlamentoya xwedî 120 wekîl e de 35 wekîl derxistine. Partiya rastgiriya navendî ya, ‘Şîn û Spî’ ku nû hatiye damezrandin jî bû duyem. Partiya ku Benny Gantz û Yair Lapid ava kirî jî li gorî van encaman 25 ji sedî dengan bidest xistine.