Di hevdîtina Trûmp-Kîm de peymana pakbûna ji nukleerê

Serokê DYA’yê Donald Trûmp û lîderê Qoreya Bakur Kîm Jong-ûn hevdîtineke dîrokî pêk anîn û di hevdîtinê de hevpeymanek hate mohrkirin.

Civîna li Sîngapûrê bi peymanekê bi encam bû. Deqa ku hatî mohrkirin di navbeyna DYA’yê û Koreya Bakur de bi rengê ‘serdemeke nû’ hate binavkirin. DYA û Koreya Bakur ji şerê Koreyê yê 1950-1953’an ve dijmin in. Ti serokê DYA’yê yê li ser kar bi rêveberekî Koreya Bakur re neda û nestand.

Du welatan jî sond xwarin ji bo ku nîvgirava Koreyê ji nukleerê were pakkirin,bixebitin. Jixwe daxwaze sereke ya DYA’yê jî ev bû. Washîngton di ber vê  de li herêmê ji bo aştiya mayinde û aramiyê bixebite. Bi deqa mohrkirî re, Wezîrê Karê Derve yê DYA’yê Mîke Pompeo û rayedarekî ji Koreya Bakur ji bo bi berfirehî li ser hevkariya nû biaxivin wê dîsa dest bi muzakereyan bikin.

SERDEMA NÛ

Lîderê Koreya Bakur, beriya ku deqê mohr bike got, ‘ev hevdîtineke dîrokî ye’. Jong-un got, ‘’Ji bo serdema nû me biryar li ser da ku vê deqê mohr bikin. Em ê pir guherin, me rûpela dîrokê girt. Ez malavayî li Trûmp dikim, ji ber ku ev hevdîtin bi rêk xistiye.’’

Trûmp jî got pêvajoya pakkirina ji nukleerê wê pir zû dest pê bike lê demeke teqez diyar nekir.

TRÛMP DIXWAZE BIÇE PYONGYANGÊ

Trûmp piştre bi daxuyaniyeke çapemeniyê got ew dixwaze demeke pêkan biçe Pyongyangê. Trûmp her wiha got ‘demeke pêkan’ ew ê Jong-un vexwîne Qesra Spî.

TETBÎQATÊN LEŞKERÎ BIHA NE Û PROVEKE DIKIN

Trûmp li ser mijara ‘mîsogeriyên ewlehiyê’ ku dane Koreya Bakur, got, ‘’Em ê kapasîteyên xwe yên leşkerî îro kêm nekin. Piştî deverekê, lê ne niha.’’

Trûmp got ew ê dawî li tetbîqatên leşkerî  yên hevpar ên bi Koreya Başûr re bînin û got, ‘’Em ê kêmtir xerc bikin û ev ê zêde di nav nede.’’’

VEGERA JI VÊ NE PÊKAN E

Trûm got ji bo pakbûna ji nukleerê pêdivî bi demê heye û domand: ‘’Lê ku pêvajoyê dest pê kir êdî hûn nikarin çeke bixebitînin. Dema ku teqez bû ku êdî çekên nukleer ne efektif in, wê demê pêkirin wê rabin.’’

Trûmp her wiha got: ‘’Min xwend ku hinan gotiye ev 15 salan bidome, lê şaş e, wê zûtir bibe. Êdî vegera ji vê tine. Dema ku 20 ji 100’î pakbûna ji nukleerê pêk hat êdî veger jê tine.’’

‘ÊN HERÎ WÊREK AŞTIYÊ DIKIN

Trûmp malavayî il Serokkomarê Çînê, Serokkomarê Koreya Başûr û Sîngapûrê kir û got, lîderê Koreya Bakur ji bo gelê xwe dahatuyeke nû dixwaze.  Trûmp got, ‘’Guherîneke jidil pêkan e, rûpeleke nû ya di dîroka du welatan de.’’. Trûmp got, ‘’Her kes dikre şer bike lê tenê yên wêrek dikarin aştiyê bikin.’’