BI DÎMEN

Di Forûma Civakî ya Cîhanê de peyama 'Azadî ji Abdullah Ocalan re'

Di Forûma Civakî ya Cîhanê de ku li paytexta Kathmandû ya Nepalê hate lidarxistin, daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin.

Beşa Asyayê ya Forûma Civakî ya Cîhanê îsal li Nepalê di navbera 15-19'ê Sibatê de li hev kom bû.

Di forûmê de li ser mijarên aborî, newekhevî, pirsgirêkên avhewayê, mafên karkeran, koçberî, cihêkariya kast, newekheviya zayendî, aştî û pêşketina herdemî nîqaş hatin kirin.

Di forûmê de li ku paytext Kathmandûyê hate lidarxistin piraniya wan ji parzemîna Asyayê ji 91 welatan û ji 1188 rêxistinan nêzî 40 hezar kes tevlî bûn.

Ji bo roja duyemîn a forûmê gelek pêşkêşî hatin amadekirin û nîqaş hatin kirin.

Di mijara 'Demokrasiya Radîkal' de gelek rêxistinên Asyayî û bi navê Akademiya Modernîteya Demokratîk, Jineolojî û Kongra Star delege tevlî nîqaşê bûn.

Pêşkêşiya li ser danasîna fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gelekî bal kişand.

Her wiha gelek broşur û materyalên li ser mijarê hatin belavkirin.

Di nava bernameyê de beşdaran belavokek bi Îngilîzî ya li ser azadiya Rêberê Gelê Kurd xwendin.