Di êrîşeke çekdarî de li DYE'yê 6 kes mirin

Li eyaleta Îllînoîsê ya DYE'yê di dema pîrozbahiya Roja Serxwebûnê ya 4'ê Tîrmehê de êrîşeke çekdarî hate kirin. Herî kêm 6 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Li Parka Hîghland a Îllînoîsê doh bi wesîleya Roja Serxwebûnê ya 4'ê Nîsanê hate lidarxistin. Di dema pîrozbahiyê de êrîşeke çekdarî hate kirin. Hate ragihandin ku di encamê de herî kêm 6 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Li gorî agahiyên ku polîsên Chîcagoyê parve kir, êrîşkarekî spî yê di navbera 18-20 salî de li girseya gel reşandiye. Hate ragihandin ku 6 kesan jiyana xwe ji dest dan, 24 kes jî birîndar bûn.

Li gorî rayedaran, gumanbar Robert Crîmo hatiye destgîrkirin.

Şahidan diyar kirin ku êrîşkar ji banê avahiyekê li girseya gel a li qada pîrozbahiyê reşandiye.