Nûçeya Lezgîn: Stêrk TV û Medya Haber: Serdegirtin korsanwarî û komplo ye, wê nikaribin bêdeng bikin!

Di êrîşa Telîbanan a li Efxanistanê de 10 leşker mirin

Di êrîşa Telîbanan a li ser navendeke leşkerî ya Efxanî ya li navçeya Sangîn a Evxanistanê de 10 leşker hatin kuştin.

Telîbanan li dijî navendeke leşkerî ya li navçeya Sangîn a herêma Helmand a Efxanistanê êrîşek pêk anî. Di êrîşê de 10 leşker hatin kuştin.

Berdevkê artêşa ya 215’an Nawab Zadran ji AFP’ê re axivî û ev agahî da: “Êrîşkaran destpêkê li bin navenda leşkerî tünel kolanbûn û berî êrîşê jî bi teqemeniyan teqandin.”

Zadran anî ziman ku li navendê 18 leşker hebûn, 4 leşkerên birîndar bi berxwedaniyeke mezin êrîşa Telîbanan têk bir.

Çavkaniyên cuda jî diyar kir ku di teqînê de 10 lekşer mirine.

Berdevkê Talîbanan Zabîhûllah Mucahît êrîş lixwe girt.